Occo Mahabad Wîjdan

Occo Mahabad Wîjdan

Wîjdan… br Ji bo ku te ji bîr bikim br Min xwe diavêt nivîna her jinê br Şev xayîn bû br Şev dikeniya br Şev tolaz bû. br Dengê girînên te br Dijmin dijmin br Dilop bi dilop br Diket li ser dilê min ê rezîl br Dil tarî bû br Diqîriya br Jan dida. br Wîjdan di nava şevên bênamûs de br Dibû kujerekî bêbext br Min hinekî tu dikuştî br Hinekî xwe br Hinekî jinên şevê br Şev serxweş br Ez kew br Her jin nêçîrvan bû. br br Ji bo ku te ji bîr bikim br Min lêvên her jinê dimijand br Şev şerm dikir br Lêv şerm nedikir br Lêv qerisî br Lêv qermiçî bû br Lêv bi derewan maç dikir. br Di nava şevên bênamûs de br Her deng dibû dengê te br Her jin dibû bedena te br Lê br Ne awirên te yên qehbikî hebûn br Ne destên te yên biçûk br Ne jî germahiyên te.


User: Mehmet Keskin

Views: 4

Uploaded: 2017-01-25

Duration: 03:26