Occo Mahabad Gewrê

Occo Mahabad Gewrê

Helbest:Occo Mahabad br Xwendin:Zerdeştê Kall br Gewrêêêêêê… br ji min re nebêje êş çi ye br êş tu yî br tu… br biçim ku derê êşên te hene br tu heyî br biçim ku derê êşên te êş didin min… br Gewrêêêêêê… br ji min re nebêje birîn çi ye br birîn tu yî br tu… br biçim ku derê birînên te hene br tu heyî… br biçim kuderê birînên te min dixeniqînin… br br Gewrêêêêêê… br Êş bûye dengek br Deng bûye talanek br Rihê min diêşîne br Min bênasname dihêle br Êşşşşşşşşş… br Êşek ketiye canê min br Min parçe parçe dike br Êşşşşşşşşş… br Gewrê bila rindiya te serê te bixwe br Diçim nabe br Disekinim nabe br Têm nabe br Dikenim nabe br Digirîm nabe br Çi dikim nabe br Gewrê Gewrê bila rindiya te serê te bixwe… br br Gewrê biçim kîjan bajêr br Wekî kûçikekî beredayî br Wekî kûçikekî bêxwedî br Têm qewirandin br Têm perçiqandin br Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirse br Ciwanek navê te diqîre br Wekî tolazan qeşmeriyan dike br Zarokek behsa çavên te yên hûrik hûrik dike br Her bajar qala kenên te yên kevokî dike br Her bajar bûye dijminê min br Yekî şeqamek li rûyê min xist br Heta ku min bide girînê br Bi têra xwe li min xist br Bi kenên devgilêz br Sekinî û çû… br Qibraxek di nava bênamûsiyê de br Di nava bêexlaqiyê de br Behsa delaliya eşqê dikir br Lê ne xema min bû br Kî bênamûs an jî bêexlaq bû br Bajarên durû yên wekî sofiyên gunehkar durû jî br Hesabê tenêtiya te ji min dipirsin… br br Ax Gewrê Gewrê br Xwedê te nehêle br Ew bajar çi ji min dixwazin br Çima min rehet nahêlin br Biçim kîjan bajêr br Wekî kûçikekî beredayî br Têm qewirandin br Têm perçiqandin… br Murîdekî belavokên cemaetekê belav dikir br Li ser nivîsandibû br -Kûçîkek Gewrê terikand- br Qêriyam br Bawer nekin-derew e br Hatim şermezarkirin br “Kewaşe-pêxas-bêşerm-bêmîrat-qûşxane-qeşmer….’’ br Ax Gewrê Gewrê br Rindiya te bikeve bin erdê br Her bajar bûye murîdên te br Murîdên te tû dikin rûyê min… br Kalek bi kufiran bi min re xeber da br Te dît br Kew xwe dikujin br Her saet kewek xwe dikuje br Şerm bike rezîl br Te çawa Gewrê tenê hişt br Gewrê kew jî hesabê tenêtiya te ji min dipirsin br Kew jî bûne dijminê min br Her roj kew xwe dikujin… br br Jinek xwe avêt ber lingên min br Kincên xwe çirand br Xwe tazî kir br Min berê bawer nekir br Rûyê wê br Weke rûyê te bû br Memikên wê br Weke memikên te bûn br Bedena wê br Weke bedena te bû br Biçim kîjan bajêr jin xwe tazî dikin br jin bi laşê te digerin br Jin porên xwe jê dikin br Her jin bêhna te tîne br Dîn dibim br Bi kenên te dikenin br Rezîl dibim br Bi awirên te dinêrin br Şaş û metel dimînim br Biçim kîjan bajêr qala maçên te dikin br Biçim kîjan bajêr hêstirên çavên te nîşanî min didin… br br Off off offf Gewrê br Bila rindiya te serê te bixwe br Bila çavên te birijin br Biçim kîjan bajêr br Wekî kûçikên beredayî br Wekî kûçikên bêxwedî br Têm qewirandin br Têm perçiqandin br Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirse….


User: Mehmet Keskin

Views: 14

Uploaded: 2017-03-01

Duration: 07:42