Occo Mahabad Gewrê

Occo Mahabad Gewrê

Helbest:Occo Mahabadbr Xwendin:Zerdeştê Kallbr Gewrêêêêêê…br ji min re nebêje êş çi yebr êş tu yîbr tu…br biçim ku derê êşên te henebr tu heyîbr biçim ku derê êşên te êş didin min…br Gewrêêêêêê…br ji min re nebêje birîn çi yebr birîn tu yîbr tu…br biçim ku derê birînên te henebr tu heyî…br biçim kuderê birînên te min dixeniqînin…br br Gewrêêêêêê…br Êş bûye dengekbr Deng bûye talanekbr Rihê min diêşînebr Min bênasname dihêlebr Êşşşşşşşşş…br Êşek ketiye canê minbr Min parçe parçe dikebr Êşşşşşşşşş…br Gewrê bila rindiya te serê te bixwebr Diçim nabebr Disekinim nabebr Têm nabebr Dikenim nabebr Digirîm nabebr Çi dikim nabebr Gewrê Gewrê bila rindiya te serê te bixwe…br br Gewrê biçim kîjan bajêrbr Wekî kûçikekî beredayîbr Wekî kûçikekî bêxwedîbr Têm qewirandinbr Têm perçiqandinbr Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirsebr Ciwanek navê te diqîrebr Wekî tolazan qeşmeriyan dikebr Zarokek behsa çavên te yên hûrik hûrik dikebr Her bajar qala kenên te yên kevokî dikebr Her bajar bûye dijminê minbr Yekî şeqamek li rûyê min xistbr Heta ku min bide girînêbr Bi têra xwe li min xistbr Bi kenên devgilêzbr Sekinî û çû…br Qibraxek di nava bênamûsiyê debr Di nava bêexlaqiyê debr Behsa delaliya eşqê dikirbr Lê ne xema min bûbr Kî bênamûs an jî bêexlaq bûbr Bajarên durû yên wekî sofiyên gunehkar durû jîbr Hesabê tenêtiya te ji min dipirsin…br br Ax Gewrê Gewrêbr Xwedê te nehêlebr Ew bajar çi ji min dixwazinbr Çima min rehet nahêlinbr Biçim kîjan bajêrbr Wekî kûçikekî beredayîbr Têm qewirandinbr Têm perçiqandin…br Murîdekî belavokên cemaetekê belav dikirbr Li ser nivîsandibûbr -Kûçîkek Gewrê terikand-br Qêriyambr Bawer nekin-derew ebr Hatim şermezarkirinbr “Kewaşe-pêxas-bêşerm-bêmîrat-qûşxane-qeşmer….’’br Ax Gewrê Gewrêbr Rindiya te bikeve bin erdêbr Her bajar bûye murîdên tebr Murîdên te tû dikin rûyê min…br Kalek bi kufiran bi min re xeber dabr Te dîtbr Kew xwe dikujinbr Her saet kewek xwe dikujebr Şerm bike rezîlbr Te çawa Gewrê tenê hiştbr Gewrê kew jî hesabê tenêtiya te ji min dipirsinbr Kew jî bûne dijminê minbr Her roj kew xwe dikujin…br br Jinek xwe avêt ber lingên minbr Kincên xwe çirandbr Xwe tazî kirbr Min berê bawer nekirbr Rûyê wêbr Weke rûyê te bûbr Memikên wêbr Weke memikên te bûnbr Bedena wêbr Weke bedena te bûbr Biçim kîjan bajêr jin xwe tazî dikinbr jin bi laşê te digerinbr Jin porên xwe jê dikinbr Her jin bêhna te tînebr Dîn dibimbr Bi kenên te dikeninbr Rezîl dibimbr Bi awirên te dinêrinbr Şaş û metel dimînimbr Biçim kîjan bajêr qala maçên te dikinbr Biçim kîjan bajêr hêstirên çavên te nîşanî min didin…br br Off off offf Gewrêbr Bila rindiya te serê te bixwebr Bila çavên te birijinbr Biçim kîjan bajêrbr Wekî kûçikên beredayîbr Wekî kûçikên bêxwedîbr Têm qewirandinbr Têm perçiqandinbr Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirse….


User: Mehmet Keskin

Views: 62

Uploaded: 2018-05-28

Duration: 07:17